
Zanîngeha Rojava li gel zanîngeha Kurdistan a Sinayê hevdîtineke online pêk anî
Bi armanca pêşxistina têkiliyan û avakirina hevkariyên akademîk îro hevdîtineke online di navbera zanîngeha Rojava û zanîngeha Kurdisatnê a bajarê Sinayê( Rojhilatê Kurdisatnê), pêk hat.
Di hevdîtinê de, Ji aliyê zanîngeha Rojava ve Mamoste Aram Hesen: Cîgirê hevsrokatiya zanîngehê û Mamosta Gulîstan Sîdo Berpirsa nivîsgeha Têkiliyan û Dr.Mustefa Alamolo endamê desteya akademîk. Amade bûn. Ji aliyê zanîngeha Kurdistanê ve
Dr. Qubad Şafîyî : Berpirsê têkiliyên derve. Dr.Muhemed Rezaqî: Cîgirê xwendinê. Dr.Kmîran Çepî berpirsê têkiliyên xwendekarên derve û Dr. Derwîş şeyxulislamî: Cîgirê xwendina bilin, amade bûn.
Her aliyekî zanîngeha xwe ji aliyî sîstema xwendinê û sîstema birêvebirinê ve danasîn. Her wiha mijarên nîqwaşê li ser hevkariya der barê xwendina bilind, master, doktorah, kongir û konferansên hevbeş. Korsên akademîk ên kurt û hevbeş bû. Zanîngeha Sinayê amadebûna xwe ji bo hevkariya akademîk di hemû waran de, destnîşan kir. Wê ev hevdîtin berdewam bin bi armanca ku derbasî rêkeftineke fermî bibin.
Nivîsgeha Ragihandinê