ZANÎNGEHA ROJAVA KAMPANIYA PIŞTGIRIYÊ RAGIHAND

ZANÎNGEHA ROJAVA KAMPANIYA PIŞTGIRIYÊ RAGIHAND

Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li mirovahiyê pîroz kir. Bi vê boneyê û bi dirûşma “Piştgiriya berxwedanê, Piştgiriya zanistê ye”, kampaniya piştgiriyê da destpêkirin da ku asta perwerdê û zanistê were bilindkirin

Zanîngehê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zaningeh, sazî, mamoste, pispor, lêkolîner û xwendekarên di asta navneteweyî de jî dikarin bi hemû awayan piştgiriyê bidin zanîngehê, ji bo wê bibin hêz û ezmûnên xwe pê re parve bikin

Di vê derbarê de, zanîngehê hinek rê û rêbazên piştgiriyê destnîşan kirin û got ku mamoste dikarin semîneran bi awayê vîdyo, deng û nivîskî ji zanîngehê re bişînin.

Her weha ew dikarin gotûbêjên zanistî, komxebat û projeyên taybet ên perwerdehiyê yên di warê pêdegojî û rêveberiya saziyên zanistî de pêş bixin.

Li kêleka wê rêxistinên mirovî, navendên civakî û pispor jî dikarin bi riya proje û rahênerên xwe desteka bidin karmend, mamoste û xwendekaranç

Ji bo dewlemendkirina pirtûkxaneya zanîngehê jî, ew dikarin pirtûk, gotar û lêkolînan bişînîn malpera zanîngehê.

Derbarê xebatên akademîk de, zanîngehê pispor û akademîsyen vexwendin ji bo serpereştiya projeyên xwendekarên asta xwendina bilind..

Ji hêla din ve kesayet dikarin şêwirmendiyê bikin û bibin endamên rûmetê yên Desteya Akademîk a Zanîngeha Rojava, da ku asta akademîk a zanîngehê re alîkar bin.

Zanîngehê di dawiya daxuyaniya xwe de mercên tevlêbûnê anîn ziman ku divê hemû şêweyên piştgiriyê tenê di xizmeta bilindkirina asta perwerde û zanistê  de bin û ew ê werin arşîvkirin û li gorî xwestekê, zanîngeh dê nasnameya wan biparêze..

Your Rojava

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە .