
Zanîngeha Rojava Enstîtûya Zanistên Civakî vekir
Îro bi amedebûna rêveber, mamoste û xwendekarên zanîngehê, Enstîtûya Zanistên Civakî hate vekirin.
Di merasîma vekirina enstîtûyê de hevserokê Zanîngeha Rojava Dr.Ebdulîlah El-Mistefa axivî
El-Mistefa da zanîn ku hêvî û armanca vekirina vê enstîtûyê ew e ku asta akademîk di zanîgehê de bilind bibe, her wiha diyar kir ku ev gava ku zanîngeh diavêjê wê bi bandor be û enacmên erênî bîne.
Piştî axaftina hevserokê zanîngehê, deriyê hola ku navê dostê şoreşa Rojava David Graeber lê hate kirin vebû û xwendekar û mamoste derbasî hole bûn.
Bi rêya skayp rêveberê enstîtûyê Dr. Serdar Saadî bi axaftinekê tevlî mersîmê bû,
Saadî kêfxweşiya xwe derbarê vekirina estîtûyê de anî ziman, estîtû li xwendekaran pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.
Di heman demê de îro ji bo bîranîna dostê Kurdan David Graber ji aliyê desteya têkiliyên derve de merasîmeke girseyî li zanîngeha Rojava hate li darxistin. Di merasîma bîranînê de axaftin, sinevîzyon û stranên folklorî hatin pêşkêşkirin.