
ZANÎNGEHA ROJAVA DEST BI PERWERDEYA ONLINE KIR
Ji ber xeteriya Koronavirusê, weke gelek aliyên cîhanê, li Bakur û Rojhilatê Suriyê jî hemû perwerde hatin rawestandin. Ji ber vê yekê jî gelek dibistan û zanîngeh derbasî perwerdeya bi rêka internetê (online) bûn. Zanîngeha Rojava jî piştî biryara derbasbûna online, ev demeke di nava amadekariyan .de bû û îro dest bi vê perwerdê kir
Di vê derbarê de hemû mamoste, xebatkar û xwendekarên zanîngehê li ser vî şêwazî hîn zêdetir .lêkolîn kirin û xwe perwerde kirin
Tê zanîn ku derfeta elektrîk û înternêtê li Bakur û Rojhilatê Suriyê kêm û lawaz e. Tevî vê rewşa neyînî jî zanîngehê amadekariyên xwe gihandin asteke ku bikaribe vê perwerdê pêk bîne. Lewre ji bo vê .yekê hin tevdîr hatin girtin û li ser vê bingehê îro perwerdeya online destpê kir
Perwerdeya online ya Zanîngeha Rojava xwe dispêre pergaleke akademîk û kar li ser çend .bernameyên internetê tê meşandin
Ji hêla din ve nirxandina perwerdeya xwendekaran jî wê bi rengê online be û ew ê carekê di nîvê .qonaxê de û carekê di dawiya qonaxê de were kirin
Hêjayî gotinê ye ku perwerdeya online wê nêzî 4 mehan berdewam bike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava
03-05-2020