Zanîngeha Rojava beşdarî komcivîna navnetewî ya bi navê “Guerilla University” bû

Zanîngeha Rojava beşdarî komcivîna navnetewî ya bi navê “Guerilla University” bû

Di çarçoveya pêşxistina danûstandinan bi dezgeh û platformên zanistî yên navnetewî re, duh bi beşdarbûn mamoste û xwendekarên beşa zanistên civakî, zanistên perwerdehiyê, û wêjaya kurdî xebatên semînera navnetewî ya bi navê “Guerilla University”,  bi tevlîbûna gelek akademîsyen, zanîngeh û platformên ji cur bi cur beş û disiplînan  dest pê kir, her mehê carekê bi rêya zommê tê li dar xistin û salekê li berxwe dide.

Semînera “Guerilla University” zemîneke vekirî ye ku di nava xwe felsefe, huner, zanistên civakî dihewîne û dixwaze wan bi hevre girêbide û nîqaşên derbarê zanîngehek çawa? Perwerdehiyeke çawa? Perwerdehiya radîkal çiye de ne. Encamên dawiya semînerê û belgeyên hatine parve kirin   wê  di sazkirina fîlmek û opêrayeke mûzîkî de werin bikaranîn.

Roja yekemîn ji semînerê ji bona naskirina tecrûbeya zanîngeha Rojava hate veqetandin. Li ser navê komîteya amadekar pispora hunerê birêz Ivana Momčilović ji platforma navnetewî ya perwerdeya estetîk  PhD in one night  “PhD di şevekê” de, semîner bi  gotina vekirinê dest pê kir, mêvan û beşdar dane naskirin: hunermendên platforma Phd in one night, fîlozofnas Mansur Teyfûrî û Andres Fjeld û piştre li ser daxwaza wê û endamên komîteya amadekar M. Gulîstan Sîdo, berpirsa nivîsgeha têkiliyên derve ya zanîngeha Rojava axaftina pêşî bi zimanê kurdî hate kirin. Sîdo belgeyeke berfireh derbarê sîstem û felsefeya perwerdehiyê de, herwiha astengî û zehmetiyên ku tên kişandin di pêvajoya xwendina bilind de pêşkêş kir.

Herwiha  endamên komîna fîlm a Efrînê derhênerê şano Muheyedîn Erselan û sînemager Mesûd Kirad  ji nava kampên koçberiyê ji herêmên Şehbayê tevlî semînerê bûn û belegeyek bi wêne derbarê kar û xebatên parastina çanda kurdî û berxwedaniya bi rêya hunerê ku tê kirin de dan nîşandan.

 Di beşa sêymîn a hevdîtinê  de, Fîlozof û ronakbîrê fransî yê bi nav û deng Jacques Rancière di çarçoveya berhemên xwe yên bi navê “Mamosteyê Nezan” û “Ne şîrovekirin” de nirxandinên giranbuha kirin û mereqa xwe ji bona naskirina sîstema fêkirinê û şêwazê wê li zanîngeha Rojava da nîşan dan,  di dawiyê de bersiva pirsên beşdarvan da. Li gorî daxwaza herdu aliyan, tê payên ku di demên pêş de plansaziyeke karekî perwerdehî û ramanî ya  hevbeş were amade kirin, danûstan û nîqaş li gel Rancière werin dewlemend kirin.

 

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *