Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan

Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê piştgirî û destekdayîna xwe ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî, destnîşan kirin. Her wiha di der barê daxwazên guhertina zimanê rêbazên perwerdeyê , nerazîbûna xwe anîn ziman. Daxuyanî jî wiha bû:

Ji Bo Raya Gîştî

Berî her tiştî yên ku gelan ji hev cuda dikin û taybetmendiya wan diparêze Ziman e .

Ziman nasnemeye diyarker yê mirovan e , ziman hebûne resen diparêze  , ziman wetedayîna jiyana bi rûmet dide , em jî weke gelê kurd bi sedan salane ku zimanê me hatibû qedexekirin û hetanî roja me ya îro jî li Bakur û Rojhelata kurdistanê zimanê me qedexeye ku were bikaranîn û bikaranîna zimanê Kurdî weke guneh tê dîtin .

li Rojavayê Kurdistanê ji dema destpêkirina şoreşa 19ê Tîrmehê û ta Îroj gelek destkeftî hatin bidestxistin , Zimanê Kurdî jî xwedî şanseke mezin bû ku di hindirî çand salaan de ziman derbasî i nav hemî astên xwandinê û bi hezarên pîrtûkan pê hatin nivisandin.

Di dema dawiyê de ji gelek aliyan ve hewaldanên yekrêzya partiyên Kurdî li rojavayê kurdistanê tên kirin , ev jî gavekî gelek giranbuha û pîroz e lê hin aliyan jî mercên gelek zor û zehmet datînîn li ber van hewaldanan yek ji wan bend û astengan girêdayî rakirna zimanê Kurdî ji nav perwerdê .

Em weke xwendekarên beşa wêjeya kurdî û jinelojî di zanîngeha Rojava de ev yek ticarî nabejrînin û red dikin û bi çi şêwazî be em qebûlnakin ku zimanê me yê ku xewina her kurdekî welatparêz û kurdperwer bû têkeve nav bazarên polîtîkî û ne tenê em û em ji her kesî re dibêjin ku perwerdeya bi zimanê dayikê xêza sor e , em nahêlên ku kes nêzî bibe .

Xewin me bû ku em serbest di welatê xwe de jiyan bikin û di welatê xwe de zimanê xwe bixwînin , ev xewin buhya wî bi hezaran şehîd bû em jî riya şehîdên xwe berdewam dikin û emê her û her di oğira ziman û welatê xwe bibin derwêş .

Ziman hebûn û rûmeta me ye

Ziman nasnameya me ye

Bê ziman jiyan nabe

Xwendekarên wêjeya kurdî û jinelojî di zanîngeha Rojava de

22.10.2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *