Xwendekar Serdana Navendên Tomarkirinê Ji bo Hevyaziya (mufadeleya) Giştî  ya sala 2020-2021 Dikin

Xwendekar Serdana Navendên Tomarkirinê Ji bo Hevyaziya (mufadeleya) Giştî ya sala 2020-2021 Dikin

Îro roja sêşemê 25/08/2020 hevyaziya (mufadele) giştî ya fakulte û peymangehên Zanîngehên Rojava û Kobanê dest pê kır.

Xwendekar li van navendan têne pêşwazîkirin:

– Bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê avahiya rêveberiya giştî ya Zanîngeha Rojava

– Kobanê, avahiya Zanîngeha Kobanê

–  Şehba, navenda KPC

Belgeyên Pêwîst :

– Kopiyayek ji  nasnameya kesayetî.

– 4 wêneyên nû yên kesayetî.

– 2 kopiya ji bawernameya resen a amadeyî.

– Belgeyek ji komîna xwendekar.

– Belgeyek jı erka xweparastınê.

Divê xwendekar hemû xwestekên xwe (ne xwestekekê tenê) tomar bike.

Xwestekên ku ji hêla xwendekar ve hatine diyar kirin, pişt re nayên guhertin.

Piştî ku komîte xwesteka xwendekar a di dosyaya wî/wê de nîşan dike, xwendekar kopiyayekê ji vê belgeyê werdigire.

Tomarkirinê ji dîroka  25/08/2020’an dest pê dike  heta dawiya dewama fermî ji roja 15/09/2020’an dırêj dike. Tomarkirin  rojane( jı bılıî roja îniyê) jı demjımêr 09:00 ta 14:00 ye.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە .