ZANÎNGEHA ROJAVA
Zanîngeha Rojava li sala 2016, di demeke ku bi giştî li Sûriye û bi taybet jî li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriye şer, alozî û rewşa awarte hebû, li bajarê Qamişlo hate damezrandin.
ERK Û ARMANC
Zanîngeha Rojava bi wê erk û armancê tevdigere ku civak û kesayeta vekoler, afirêner, xwedî hişmendiya karê kolektîf û her weha azad û azadîxwaz pêşbixe. Li agahî û zanyariyên herêmî û gerdûnî vedigere, vedikole û di asteke bilindtir de hildiberîne û bikar tîne.
NIRX Û NÊRÎN
Zanîngeha me di wê baweriyê de ye ku pêwîstî bi felsefe, nirx û civaknasiyeke nû heye. Ev jî bi hişmendiyeke demokratîk, ekolojîk, civakî û azadixwaziya zayendî ve pêkan e. Zanist û perwerdeya ku pêşdixe jî xwe dispêre van nirxan.
FAKULTE Û PEYMANGEHÊN ME
JI BO KESÊN KU LI SER PÊ NE, NEBÊJE SIBE, BÊJE NIHA !
XWENDINA BÊBEDÊL MAFÊ HER KESÊ/Î YE…
Nûçe
VISIT BLOGZanîngeha Rojava li gel zanîngeha Kurdistan a Sinayê hevdîtineke online pêk anî
Bi armanca pêşxistina têkiliyan û avakirina hevkariyên akademîk îro hevdîtineke online di navbera zanîngeha Rojava û zanîngeha Kurdisatnê a bajarê Sinayê( Rojhilatê Kurdisatnê), pêk hat.
Li Zanîngeha Rojava Ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn a sala xwendinê 2020- 2021 dest pê kirin.
Ezmûn li gor bernameya hatiye amadekirin wê heta 06.02.2021 dirêj bikie.
Îro civîna xweser a meclise zanîngehê hate lidarxistin
Di civînê de raporên hemû fakulte û peymangehan hatin......
Semînerên Hevbeş ên di navbera Zanîngeha Emden/Leer û Beşa Jineolojî
Di semînera dawî ya di 10’ê berfanbarê de gengeşe û danûstandin li ser......
EM BAWER IN XWENDIN JI BO HER KESÊ/Î YE…
ARMANCA ME EW E KU XWENDIN BIBE ÇAND |
