Semînerên Hevbeş ên di navbera  Zanîngeha Emden/Leer û Beşa Jineolojî

Semînerên Hevbeş ên di navbera Zanîngeha Emden/Leer û Beşa Jineolojî

Di semînera dawî ya di 10’ê berfanbarê de gengeşe û danûstandin li ser mijarên Peymana Stenbol’ê û Zagona Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate meşand.
Navê Peymana Stenbolê yê dirêj; Peymana Konseya Ewropayê ya di Derheqê Bergirtin û Tekoşîna Dijtundiya li ser Jinê û ya di nav Malê de . Di 5’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê hate çêkirin. Armanca wê ew e ku tundiya li ser jinê ji holê rake û mafên jinan yên mirovî biparêze. Di 2019’an de ji hêla 34 dewlet û Yekitiya Ewrûpayê ve hate pejirandin. Heta niha gelek ji wan dewletên ku li ser îmze kiribûn, mercên peymanê pêk neanîne. Jinan li hember nepêkanîna Peymana Stenbolê çalakiyan dikin û têkoşînên xwe didomînin. Dr. Mechthild, balkişand ser nepêkanîna peymanê û berdewamiya metirsiyên li ser tevahiya jiyana jinê.
Li Rojava/Bakûr û Rojhilatê Sûriyê; derketina zagonên jinê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, gaveke pir girîng bû. Lê guhertina hişmendiya serdest û baviksalarî, guhertina malbat û têkiliyên jin û mêr ji bo hêşmendiya ku ava bibe, bingehîn e. Ji ber ku çareserî tenê bi zagonê pêk nayê. Çareserkirina pirsgirêkên civakî girîng e. Di pêkanîna zagonên jinê de ji hêla hêşmendiyê ve astengî derketin û jinan têkoşîna xwe didomînin. Di derbarê tundî, temenê biçuk, zewac, berdan, pirjinî û gelek mijaran de zagonên jinê hatin pêşxistin. Zagona Jinê, di hemû qadan de mafê jinan dixe nav zagona bingehîn û wê diparêze.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *