
Şandeyeke Katalonî Serdana Zanîngehê Kir
Şandeya ku ji endamên parlamantoya Kataloniyayê; Evlalia Regvant, Robin Wagensberg, endamê Tevgera Edaleta Navneteweyî Eilkefer Michael, rojnamevan John Kerlet, endamê meclisa dozên civakî Montes û endama meclisa bajarê Barcelona Laura Preez, pêk dihat, sardana Zanîngeha Rojava kir. Şande, ji aliyê hevserokatiya Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Ebdulîlah El-Mistefa û endamên rêveberiya zanîngehê ve hate pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê girîngiya pevguhertina pisportiyê di navbera Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Katalonyayê de destnîşan kir.


