Şandeyeke Fransî Serdana Zanîngeha Rojava Kir

Şandeyeke Fransî Serdana Zanîngeha Rojava Kir

Şandeyeke ku ji rêveberên hin şaredariyên Fransa û Saziya Danielle Mitterrand pêk dihat, serdana zanîngeha me kir. Li ser navê şandeyê endama Saziya Danielle Mitterrand, Korin Morêl Darlo der barê armanca serdana wan ji Rojava re û bi taybetî ji zanîngehê re zelal kir; di navbera gelê fransî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurtkirina pêywendiyên dostanî; di çarçoveya projeya JASMINES de pêşxistin û destekdayîna projeyên alternatîf e.

Hevserokên Zanîngeha Rojava M. Rohan Mistefa û Dr.Ebdulîlah El-Mustefa di der barê Zaningeha Rojava de danasîneke kurt ji şandeyê re pêşkêş kirin. Şande, di dawiya hevdîtinê de nameyeke pişgiriyê ku ji aliyê gelek şaradarî, rêxistin û kesayetên navdar ve hatiye imzakirin, radestê rêveberiya zanîngehê kirin.

Şandeyê, serdana xwe bi hevdîtineke taybet bi rêveber û xwendekarên beşa jineolojiyê re bi dawî kir.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *