Rohan Mustefa : Zanîngeha Rojava dest bi perwerdeya online dike

Rohan Mustefa : Zanîngeha Rojava dest bi perwerdeya online dike

Hevseroka Zanîngeha Rojava da xuyakirin ku ewê dest bi perwerdeya online bikin û ji bo vê yekê jî dest bi amadekariyan kirine.
Rohan Mustafa di daxuyaniyê de got ku bi armanca xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Rêveberiya Zanîngeha Rojava di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê ya ku li cîhanê belav bûye de alternatîf peyda dike. Li gor vê yekê xwendekar li gel qedexeya derketina derve wê di malê de perwerdeya xwe berdewam bikin.
Rohan Mistefa diyar kir ku amedekariya dayîna perwerdeyê destpê kirine û ev yek wê bi rêya internetê pêkwere. Herweha eşkere kir ku ji bo meşandin û birêvebirina vê projeyê komîteyek hatiye avakirin.

Nivîsgeha Ragihandinê

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *