Rêveberiya Zanîngehê Bi Derçûyiyên Endazyariya Petrol û Çandiniyê Re Civiya

Rêveberiya Zanîngehê Bi Derçûyiyên Endazyariya Petrol û Çandiniyê Re Civiya

Bi boneya derçûna dewreya yekemîn a Fakulteya Endazyariya Petrol û Çandiniyê, Hevserokatiya Zanîngeha Rojava civînek bi xwendekarên derçûyî re li dar xist û tê de derçûna pîroz kir.
Di civînê de hevserokatiya zanîngehê da zanîn ku erk û berpirsyariyên wan ên ji bo pêşxistina Rojava mezin in û ji wan re diyar kir ku deriyên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor pêwîstiyan ji wan re vekirî ne.
Her wisa bi vê boneyê, xwendekaran jî kêfxweşiya xwe anî ziman û soz da ku ew ê bi hemû hêz û zanîna xwe xizmeta gelê xwe bikin.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە .