Xwendekarên Fakulteya Petrol û Petrokîmya yên sala sêyemîn projeyên xwe yên derçûnê amade dikin

Xwendekarên Fakulteya Petrol û Petrokîmya yên sala sêyemîn projeyên xwe yên derçûnê amade dikin

Şagirtên fakulteya petrol û petrokîmya sala sêyemîn û ya dawî di Zanîngeha Rojava de li ser projeyên derçûnê dixebitin, ev yek jî di bin sponseriya mamosteyên fakulteyê de pêk tê.

Di destpêke werza 9`emîn şagirtên petrol û petrokîmya “sîstema kevin” xwe li ser gurupan beş kirin, her 4 şagirt bûn e gurupek û li ser projeya derçûnê dixebitin, li gorê wê şagirtên petrol li ser 10 projeyan dixebitin û şagirtên petrokîmya li ser 8 projeyan dixebitin. Şagirt li ser du pêvajoyan proje amade dikin, pêvajoya yekemîn amadekirina projeyekê li ser tiştên ku di salên par de ew fêr bûne û her wiha komkirnia agahiyan ji çavkanî û lêvegerên cûda yên girêdayî mijara wan.

Piştê ku şagirt projeyên xwe ya teorîk bidawê bikin wê di bin sponseriya mamostayan piratîkê li stasyona petrolê bikin.

Tê payîn ku xebata amadekirina projeyan wê nêzî 8 mehan dewam bike, ango di werzên 9 û 10`an de be. Piştre wê projeyên wan werin nîqaşkirni û nirxandin û demekekê ji bo projeyên ku hatine qebûlkirin û yên nehatine qebûlkirin, diyar bikin.

Wê pileyên projeyên derçûnê jî bikevin ser encamên xwendekar di dawiya salê de û her projeyek bi du madeyan tê hesibandin.