Peymangeheke taybet e ku girêdayî Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2019’an de hate damezrandin. Navenda wê li Bajarê Qamişlo ye û beşên wê li Bajarê Hesekê û li bajarokê Rimêlanê jî hene.
Zimanên ku wê di peymangeha zimanan de werin dayîn ev in:
-Zimanê Kurdî ji bo kesên biyanî ku ji deverên cur bi cur tên û dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin.
– Zimanê Erebî weke zimanekî herêmê yê fermî ji bo kesên ku dixwazin xwe pêş bixin, wê were dayîn.
– Zimanê Ingilîzî.
Weke destpêk dê ji bo xwendekarê Zanîngehê be, lê piştre armanc ew e ku ji bo giştî be.
Sîstema xwendinê:
Materyalên zimanan dê ji salên yekem û duyem ên hemû fakulteyên Zanîngeha Rojava di peymangeha zimanan de werin dayîn. Encamên ezmûnan û pileyên wan wê derbasî pileyên xwendekar ên giştî bibin.
Xwendekar li ser du astan têne belavkirin, dabeşî grûbên ji 20 kesan ne zêdetir dibin.
Sîstema xwendinê ya qonaxan e, Her qonaxek ji 4 mehan pêk tê.