Beşeke Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2019’an de, li Bajarê Qamişlo hate damezirandin.
Armanca beşê:
Armanca beşê ew e ku pisporên wergerê di zimanên ingilîzî, erebî û kurdî de werin amadekirin.
Pergala perwerdeyê:
Perwerdeya beşê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Perwerde li ser 4 qonaxan û 2 salan tê belavkirin.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin weke wergêr di zanîngeh, navendên lêkolînê û wergerê de kar bikin.