Peymangeha Bilind a Mekatronîk di nava Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo di sala 2019-2020’an de hate damezirandin.
Armanca Peymangehȇ :
Armanca peymangehȇ amadekirina xwendekarên şareza û bikêrhatiyên zanistî û pratîk di warȇ pisporiya Mekatronîk de ye. Çar beşȇn bingehîn dihewîne ku ew jî ev in: Mekanîk , elektrîk, elektronik û pêkanînên computerê. Di warȇn pîşesaziyȇ de pêwistî bi van beşan hemûyan heye. Senteza van beşan Mekatronîk e.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya peymangehê pergala qonaxên xwendinê ye. Ji 6 qonaxên ku li ser 3 salan belavkirî pêktê û aliyê xwe pratîkî diyarîker e.
Qadên ku derçûyên peymangehê dikarin tê de kar bikin:
Saziyȇn pîşesazî yȇn nûjen, laboratuwar, birȇvebirina kargehȇn pîşeyî, çaksazî û sererastkirina amûrȇn nûjen.