Peymangeha Endazyariya Avakirinê girêdayî Fakulteya Endazyariyê ye. Sala 2019 di nava Zanîngeha Rojava de li bajarê Hesekê hate damezrandin.
Armanca Peymangehê:
Armanca peymangehê, pêkanîna pêwîstiyên saziyên giştî û yên taybetî ji hêla endazyariya avakirinê de ye. Derçûyên vê beşê dikarin di qadên zanistên endazyarî û dîzayinkirinê de wek alîkarê endazyar, bi awayekî şarezayî kar bikin.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya peymangehê, li ser qonaxên xwendinê ne. Ji 4 qonaxên ku li ser 2 salan belavkirî , pêk tê.
Qadên ku derçû dikarin di wan de kar bikin:
Derçûyên Peymangehê di van qadan de dikarin kar bikin:
– Alîkariya endazyariyê,
– Çavdêrîkirina karên avakirinê