Peymangeha Rêveberî û Darayî beşeke Zanîngeha Rojava ye, sala 2018 li bajarê Qamişlo hate damezirandin.
Yekem peymangeha ku di Zanîngehê de hatiye avakirin.
Armanca Peymangehȇ:
Armanca peymangehê ew e ku xwendekarên xwedî astȇn zanistî û pratîkî yên di warȇ pisporiya rȇveberî û darayî de werin amadekirin. Her wiha li gorî teknîkên bernamesaziya jimaryariyê û darayiya nûjen gavan biavêje.
Pergala perwerdeyê:
Perwerdeya Peymangehȇ xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Jimara qonaxan 4 e û li ser 2 salan tên belavkirin.
Qadên ku derçûyȇn peymangehȇ dikarin tê de kar bikin:
Derçû dikarin di hemû saziyȇn giştî û yȇn taybet ên di warȇ rȇveberî û jimaryariyȇ de kar bikin.