Pêwendî û gotûbêjen zanistî di navbera Zanîngeha Rojava û Enstîtûya xwendinên intêgral a Kalîforniya

Pêwendî û gotûbêjen zanistî di navbera Zanîngeha Rojava û Enstîtûya xwendinên intêgral a Kalîforniya

Bi beşdarbûna  komek ji pispor, akademîsyen  û xwendekarên herdu aliyan,  di  16 meha hezîranê  sala 2019’an, hevpeymaneke biratî û hevkariya zanistî  di navbera zanîngeha Rojava û Enstîtûya Xwendinên Intêgral a Kalîforniya de hatibû îmze kirin, lê ji ber gelek sedeman protokola îmzekirî nehate cih bi cih kirin.

 Herwiha tê zanîn ku CIIS,  Enstîtûyeke serbiwe ye, di sala 1968’an de hatiye damezrandin li San Fransîsko ye, du navanedên xwe yên sereke hene û bi gîştî hejmarên xwendekaran nêzî, 1,510. Ji çar dibistanan pêk tê. Di beşên xwendina bilind a interdisiplînêr û navçandî, di warê derûnnasî de, û şêwirmendî, felsefe, ol,antroplojiya çandî, xwendinên guhhêrbariyê,  rêvberiyê,  ruhaniya jinan û tenduristiya zihnî ya civakan, de wane û bernameyan pêşkêş dike. Gelek bernameyên zanîngehê yên kalsîk  di nav xwe de perwerdeyeke giyanî dihewîne, û perçeyeke pir mezin xwe dispêre kokên dîrokî yên şagirtên Bengalî û hişmend Sri Aurobindo.

Di gelek aliyên felsefî de, xalên hevbeş di navbera CIIS û zanîngeha Rojava de hene, weke  rêzgirtina ji pir çandî, ji hemû nasnameyan, olan û netewan û yekparabûna di navbera şaristaniyên rojhilatî û rojavayî de.

Bi armanca nûjenkirina pêwendiyan  û çalakirina protokolê, hevdîtineke bi rêya zoom’ê hate çêkirin, ji aliyê enstîtûyê ve Dr. Andre Grubacic serokê beşa antropoljî û guherîna civakî, û Dr.Sean MacCracken û Dr.Targol Mesbah amade bûn, herwiha ji aliyê zanîngeha Rojava hevserok Dr. Abdullilah El Mistefa û berpirsa nivîsgeha karên derve M. Gulîstan Sîdo beşdar bûn. Di hevdîtinê de xwedanasîneke gîştî ji herdu aliyan ve hate kirin û di heman demê derbarê plansaziyeke pêşerojê de gotûbêj hate kirin. Grubacic rêbaza kar a beşa antroplojiyê bi hurgulî şîrove kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, hevserokê zanîngeha Rojava balkişand ser girîngiya vê hevkariyê û sûdwergirtina ji tecrûbeya xwendina bilibd û warên lêkolînan di Enstîtûya kalîforniya de. Plansaziyeke hevbeş ku ji sê xalan pêk tê hate dest nîşan kirin.

1.Semînereke hevbeş di warê xwendinên jinê û zanista jinê de were pêşkêş kirin.

  1. Ji nûve nirxandina xalên protokolê.

3.Pêşkêşkirina semînerekê derbarê xwendinên antropolojiyê d.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *