
Pêvajoya Ezmûnên Zanîngeha Rojava Berdewam e
Roja şeşan a ezmûnên navîn ên qonaxa duyemîn, li her şeş navendan, bi awayekî serkeftî derbas bû.
Li gorî rêvebirên holên ezmûnan, xwendekar bi amadekarî derbasî ezmûnên xwe dibin û rêjeya xwendekarên neamade kêm e, her wiha da zanîn ku ezmûn li gorî plansaziya zanîngehê bi awayekî serkeftî derbas dibin.
Heman demê xwendekaran jî bi giştî pirs û ezmûn bi awayekî erênî nirxandin. Bi vê yekê diyar dibe ku tevî hemû zehmetî û kêmasiyan jî pêvajoya perwerdeya online di asteke xuyayî de gihiştiye encamê.
Ofîsa Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava
02-07-2020