“PÊŞEROJ DIAXIVE”

“PÊŞEROJ DIAXIVE”

Komek xwendekarên Zanîngeha Rojava Insiyatifek bi navê “PÊŞEROJ DIAXIVE” dane destpêkirin. Xwandekaran armanca projeya xwe ya demdirêj bi daxuyaniyekê li Zanîngeha Rojava ragihandin.

Daxuyaniya yekem a Insiyatifa “PÊŞEROJ DIAXIVE” wisa ye:

Insiyatifa “PÊŞEROJ DIAXIVE”

Axaftina yekem:

Em weke çalakvan û têkoşerên ciwan yên azadîxwaz hewil didin ku bibin insiyatifeka xwendekaran ji bo hişiyarî, azadî û bexteweriyê. Insiyatifa me îdeyeke ku ji aliyê hejmarek xwendekarên zanîngeha Rojava çê bûye û dice ku pêk bê. Daxwaza me ewe ku di demeke kin de xwendekarên hemû zanîngehan bi me re têkelî çê kin û tevlî wê hewildana me bibin. Îdeya insiyatîfê li ser fikarên me awa bûye; fikarên ku xwendekar u ciwan di hemû cîhanê de di wan de hevparin.

Em dibînin ku di cihana îroyîn de derfetên jiyanê her ku diçe kêmtir dibin an jî bi zanabûn têne kêm kirin. Şer, komkujî, radîkalîzma olî, koçberî, tune kirina xwezayê, tundûtûjîya beramber jinan û zarokan, tune kirina azadiyên takekesî, tune kirina çand u nasnameyan, koletî, xêzanî u feqîrtî u hwd her diçe zêdetir dibin. Em ber bi kude diçin gelo? Em weke nifşên pêşerojê cihaneke çawa werdigrin. Ewên ku cihana duh û îroyîn herimandine, dixwezin pêşerojeke cehenemî ji me re bihêlin. Ew êşa me ye û em baş dizanîn ku beşeke mezin ji xwendikar u ciwanên cihanê bi heman êşê dihesin û weke me bifikarin. Gelek kesên weke Ekolojîstan, internasyonalîstan, feminîstan, bizavên gelên bindest û gelek hewildanên dîtir jî têdikoşin ku pêşî li wan karesatên cihanî bigirin. Em di kêlek wan hewildanên binirx de bi du sideman dixwezin insiyatifeke wisa çê dikin: ya yekê ewe ku xwendekar û ciwan bi nasnameya taybet a xwe hewldanekê destpê bikin; ji ber ku emê di pêşerojê de bijîn, ew cîhana pêşerojê cîhana me ye û di wê mijarê de em xwe xwediyê maf dibînin. Ya duyem jî ewe ku em di şoreşa Rojava de dijîn! Ew ji bo me ne tenê mijareke erdnîgariyê ye û ne mijareke netewî ye jî.

Şoreşa Rojava hewil daye ku cihana me ji nexweşiyên serdema kapîtalîzmê yên weke netewperestî, radîkalîzma olî, cinsyetperestî, desthilatdarî û hwd rizgar bike. Li Rojava û Bakûrê Sûriyê bihuşt çênebûye û Rojava ne utopiya ye jî, lê li cihanekî ku kapîtalîzm serkeftina xwe ragihandiye, ciheke biçûk çê bûye ku têde mirov û civak careke dinê serî hildan û bi felsefeyeke xwe ya pê bawer têde dijîn. Ew weke  dareke kevnare ku hemû desthiltdar hewil didin wê zuha bikin, lê koka wê li deverêkê de dîsan şîn bûye; ew dever Rojava û Bakûrê Sûriyê ye. Rojava ne milkê me ye, ew ya hemû civakên mirovahiyê ye ku beramber tunekirin û dagir kirinê de berxwe didin. Peçeyek ji xwezaya dayike ku li jêr beton û hesnên kapîtalîzmê de derketiye. Rojava jineke ku beramber destdirêjiyê de bûye şervana azadiyê. Rojava ciwaneke ku pêşeroja xwe bi biryar ava dike. Rojava em hemû ne. Di rastiyê de Rojava û Bakûrê Sûriyê yek ji eniyên pêşî ya şerê mirovatîyê di sedsala 21’an de ye. Hebûna me li wir em xistine bin barê berpirsyriyeke giran de. Em neçarin têkoşîna azadîxwaziyê ji hemû nasnameyan re bikin. Ew ji bo me li gel serbilindahiyeke mezin, bi xwe re metirsiyên mezin jî tine û aniye. Faşîzim u terorîzma olî weke du çêlîkên cêwî di hembêza dewleta Tirkiyê de tên xwedî kirin û roj bi roj mezintir u wehşîtir dibin. Hevpeymaniya NATO, pereyên Qeter, piştgiriya teknolojîk ya welatên rojavayî u Îsrailê, saporta siyasiya welatên weke Almanya, bê dengiya siyaseta cihanî beramber komkujiyên kurd-êzîdî û kristiyanan, bazirganî kirin bi çarenûsa gelê kurd ji aliyê Emerîka u Rûsiyayê, hevpeymaniya dîktatorên rojhilata navîn li dijî gelê kurd û hevkariya xeta xiyaneta kurdan bi Tirkiyê re, ew metirsî gihandine asteke cidî. Belê em behsa komkujiyê dikin. Komkujiyeke hemû alî û pirmilî! Em di eniya pêşiyê ya şer li hember faşîzim-terorîzmê de ne û emê bêguman berxwedaniyê bikin, lê em ne tenê armanca komkujiyê ne, hemû civak u nasname u bindest armanca wanin. Eger faşîzim-terorîzm li hember rojava bi ser bikeve, li hemû cihanê rasîzm u dgirkerî û tundûtujî wê xurt bibe û li ser nasnameyên bindest re derbaz bibin û biperçiqînin. Dîroknas û dîrokzan dibêjin ku Hîtlêr u partiya Nazî ji komkujiya Ermeniyan ya 1915 weke ezmuneke serkeftî ya jenosaydê ders girtin û Holokast pêk anîn.

Gelo faşîzm li cihanê benda komkujiyeke dinê bi destê faşîzma Tirkiyê ye da ku ji xwe re di sedsala 21 de weke ezmûn bikar bîne?

Em weke xwendekar pê dizanin ku faşîzm-terorîzm ne tenê bi mere di şerê çekdarî de ye; ew li her cihêkê cihanê ku êrişa nasnameyekê an ji gelekê tê kirin, li her cihêkî ku beramber jinan tundûtujî pêk tê, li her welatekê ku azadîxwaz li zîndanan tên eşkence kirin, dema ku li kolanen Ewrûpa mirovên sivîl tên kuştin, dema ku daristanên amazonê tên şewitandin û dema ku zarok di nava zibalê de û li ser sergoyan li xwarinê digerin, li wir her heman faşîst hene ku bi çekan êrişê me dikin!

Xwendekarên hêja!

Faşîzm û terorîzm xurte, ji ber ku bira û destebirayên wan gelekin û pirin! Hemû destilatdar ji heman spêrmê çêbûne û pişta hev digirin. Lê em ji van xurttirin, ji ber ku hemû civak, nasname, çand û hemû bindestan jî ji dayikekê çêbune! Eger fikara me hevpare, dive ku têkoşîna me jî hevpar be. Me di dema berxwedaniya Efrînê, Girêspî û Serêkaniyê de dît ku em hêzeke cihanî ya dadxwazî u aştixweziyê ne û li hemî cihanê belav bûne. Ji bo wê yekê em pir bi bawerî têdikoşîn û motivasyona me pir xurte. Zarokên dayika azadiyê wê çêlikîn faşîzm û terorîzmê têk bibin! Insiyatifa me ewe ku zarokên azadiyê yekdeng bin da ku hêzên desthilatdar cihana pêşerojê ji mere nekin dojeh. “PÊŞEROJ DİAXİFE” tê wê wateyê ku em qada zanîngehê bikin qada hevgirtinê û heqîqetê bi dengeke bilin bînin ziman, em banga hevdu bikin, ne tenê ji bo axaftinê, emê li ser cihana pêşerojê biryar bidin. Ev mafê meye. Em pêşerojin, emê biaxifin.

Werin em bihevre derbarê cÎhana xwe ya pêşerojê de biaxifin û biryar bidin

Em çawa kar bikin:

– Emê wijdana cihanê li hember kiryarên faşîzm-terorîzmê şiyar û zindî bihêlin. Ji bo wê yekê jî emê hemû kiryarên dij mirovahî yên çeteyên islamîst û dagirkerên Tirk ji raya giştî re ragihînin;

– Emê hemû cure çalakiyên meydanî li her cihekê li dijî faşîzm u terorîzmê pêk bînin;

– Emê bi tevahî xwendikarên hemû zanîngehên cihanê bêcudahî û ferqê di asta rêxistinên xwendikarî, girûp û takekes re têkelîyan çê kin û nêrînan bi hevre  parve dikin;

– Emê hemû kesên ku bi insiatifa me re dilxwezin di her astê de kar bikin, pilana çalakiyên hevpar, civîn, komxebat, konferans li dar bixînin û yeketiya xwe xurt dikin;

– Emê bi hemû rexistinên nasnemeyên bindest, ekolojîst, feminîst û internasyonalîstan re têkelî û hevkariyê bikin.

Silav û rêz

INSIYATIVA PÊŞEROJ DIAXIFE

2021.04.28

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *