
Navendên Tomarkirinê Bi Berdewamî Xwendekaran Pêşwazî Dikin.
Ji dîroka 08/25/2020 ve, xwendekar serlêdana navendên tomarkirinê dikin ji bo hevyaziya sala xwendinê ya nû.
Xwendekar ji bo hevyaziyê serî li navendên jêrîn didin: “fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, avahiya Zanîngeha Kobanê li bajarê Kobanê, li Şehba navenda KPC”
Deriyê tomarkirin dê heya 09/15/2020-an vekirî be.
30-08-2020