
Li Zanîngeha Rojava Ezmûnên Navîn
Îro Zanîngeha Rojava ezmûnên navîn ên qonaxa duyemîn ên sala xwendinê 2019-2020 dan destpêkirin.
Li gorî bernamê, ezmûnên biranşên sala yekemîn saet di 10:00’an û yên sala duyemîn û sêyemîn saet di 12:30’ê de tên li darxistin.
Hêjayî gotinê ye ku ev ezmûn li şeş navendan pêktên û heya 5’ê meha 7’an dê berdewam bikin.
Ofîsa Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava
27-06-2020

