Beşa Jineolojî beşdarî Konferansa Navnetewî ya Gender Studies bû

Beşa Jineolojî beşdarî Konferansa Navnetewî ya Gender Studies bû

Li ser daxwaza Zanîngeha Tampere ya Fînlandiya, Beşa Jineolojî 11’ê Mijdarê beşdarî pêş nîqaşên Konferansa Gender Studies 2020 (Konferansa Lêkolînên Zayendî) bû. Konferans bi pêşengiya Zanîngeha Tampere û Saziya Lêkolînên Zayendî ya Fînlandiya yê ve hatiye bi rêxistin kirin.

Mijara konferansê “vegerîna pêşerojan” nîşan dide ka pêşeroj di îro û rabirduyê de çawa têne xeyal kirin, fêhmkirin û nîqaş kirin. Li ser pirsên; guhertinên civakî, siyasî û hawîrdorê yên ku hene bi çi rengî ne û wateya wan ji bo lêkolînên gender û polîtîkên femînîst çine, emê çawa bigihêjin pêşerojeke baş, bi edelet û wekhevî nîqaş hatine meşandin.

Li ser navê Beşa Jineolojî; hevseroka Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û mamosteya Jineolojiyê Newroz Şêxmûs li ser pirs, meraq û daxwazên amadekarên konferansê pêşkeşiyek kir. Di pêşkeşiya xwe de weke zanisteke nû danasîna jineolojî, di nava şer û şoreşê de kar û xebatên jineolojiyê, guhartina zihniyet û guhartina civakê de rêbaz û nêzikatiyên jineolojiyê di çarçoveyek fireh de girte dest.

“Xebatên jineolojî li Rojava/Bakûr û Rojhilatê Suriyê di nav deskeftî û tecrubeyên şoreşa jinê de pêşket. Di hemî qadên jiyanê de jin risteke pêşeng û avaker lîst. Sazî, meclîs û tevgerên jinan, zagonan de mafê jinan, xweparastina jinê, di sayaseta demokratîk de pergala hevserokatî, di hemî xebatan de mafê pergala xweser û di hemî qadên jiyanê de jî cihgirtina jinê weke modelek demokaratîk pêşeroja me diafirîne. Zanista ku îro em li zanîngehê pêşdixînin, ji civakê ne qût e ne jî dur e. Bi rêbaza girêdana teorî û çalakî em tevdigerin. Ji ber vê jî weke Beşa Jineolojî û Navendên Lêkolînê ya Jineolojiyê pêwendiya me ya bi saziyan re û lêkolînên me yê civaknasiyê û perwerdeyên ku em didin, tecrube û nazariyên me pêşdixîne: zayendperestiya civakî dikeve nav lêpirsînê û rê ji guhartinan re vedike. Lê îro bi giştî  di cîhanê de êrîşên li ser destkeftî û têkoşînên jinan heye. Her weha li herêma me, êrîş li ser hebûna gelên xwecihî yê resen heye. Li ser jiyan û tenduristiya mirovan, li ser xwezayê xeteriyên pir mezin têne jiyan kirin. Em di nav van mercên şer û dagirkeriyê de pêşeroja xwe diyar dikin. Pêwîste jineolojî, femînîzm, gender studies û tevgerên jinan li hemberî pergala serdest û aloziyên ku têne jiyan kirin nêzikatiyên hevbeş pêşbixîne. Karibe platformên fireh de bi rengekî pirçandî, pirzimanî herikandina pêşerojê binirxîne.”

Ji gelek zanîngehên Awrupa akademîsyen beşdarî semînerê bûn û pirs û nirxandinên girîng  hatin kirin. Taybet di nav aloziyên gerdûnî û di nav şerê li ser heremê de xebatên zanistî yê jinê pêşxistin ji bo guhdarvanan gelek balkêş hate dîtin. Jineolojî  di teyisandina civakê de binirx hate dîtin. Ev nirxandin hate kirin ku; xebatên gender studies bi kedeke mezin tê pêşxistin lê xistina nav civakê de zehmetî hene, di vir de xuyaye jineolojî di nav civakê de û guherînên zayendperestî de rêbazên girîng diceribîne. Hewceyê naskirina jineolojiyê û rojevên gender studiesê naskirin ewê bi danûstandinên pêşerojê ve bê parve kirin.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *