
JI BO ZANYAR Û DOSTÊ HÊJA DAVID GRAEBER
“Bi nêrîna min di tevahiya cîhanê de antropologê herî baş di nava nifşê xwe de David Graeber e…” Maurice Bloch
Antropolog, zanyar, hişmend û xwediyê teoriyên fikrî yên azadîxwazê ku di qada zanist û felsefeyê de deng veda David Graeber koça dawî kir. Ji ber windakirina dost û zanyarekî hêja em xembar in.
Graeber xwedî felsefeyeke anarşîst bû û bi helwestên xwe yên demokratîk dihate nas kirin. Her weha piştgiriya tevgerên azadîxwaz di cîhanê de dikir. Bi taybetî jî bi piştgiriya xwe ya berdewam a Şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwedî helwesteke hêja bû.
Her wisa di warê perwerdehî û fêrkirinê de jî ji bo pergaleke alternatîv dixebitî û em di vê mijarê de em hevnêrîn bûn. Nêzîkatiyên wî ji sîstema me ya perwerdehiyê re erênî bûn. Lewma di Nîsana 2018`ê de, hêja David Graeber bû mêvanê Zanîngeha Rojava û di komxebata bi navê `perwerde û zanîngeha azad û demokratîk` de bi nêrînên xwe beşdar bû.
Graeber di civaka akademîk û di qada zanistê de li hember pergala kapîtalîst û desthilatdar, bi nêrîn û helwesta xwe xwedî têkoşîneke berbiçav û cihekî diyar bû.
Bi xemgînî me koça David Graeber bihîst, akademîsyen û dostekî rûmetdar me ji dest da. Em weke Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava sersaxiyê ji malbat, dost û hevalên wî û ji qada zanist û felsefeyê re dixwazin.
Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava