
Hevkariya zanistî di navbera zanîngeha Rojava û Emden Leer a almanî de
Zanîngeha Emden Leer a zanistên pratîkî ya almanî ku di 2009’an de hatiye damezrandin bi zanîngehên gelek welatan re protokolên hevkarî û dostaniyê îmze kiriye.
http://F:\Dosya\Emdenleer\Übersicht_Partnerhochschulen_Stand_Dezember_2019.pdf
Di encama danûstan û hevdîdtinên hevbeş ên ku bi rêya nivîsgeha têkiliyên derve re dihatin çêkirin, herdu zanîngehan, di sala 2019’an de peymana hevkariya zanistî û perwerdehî ya xwendina bilind îmze kirin.
Tê zanîn ku zanîngeha Emden Leer bi hemû xebatkar û mamosteyên xwe ve heya niha bi rêya name û peyaman piştgiriya û dostaniya xwe ji tecrûbeya zanîngeha Rojava pêşkêş kirine.
Di dema borî de, gelek pêwendî û têkilî bi rêya beşa zanista jinê “Jinelolojî” hatin pêşxistin. Dezgehên zanistî û pisporî yên xwendinên jinê û “Gendre” û herwiha beşên zanistên civakî li seranserî cîhanê meraqekî pir mezin ji bona naskirina teyorî û xwendinên derbarê Jineolojî de nîşandidin.
Di pêvajoya dawî de, têkilî bi rêya mamoste û pispora beşa Karên Civakî û Tenduristî Dr. Meschtild Exo ketin gavên partîkî, mamoste û xwendekarên herdu beşan hin semîner û vodyoyên hevbeş bi hev re dane parve kirin.
Bi armanca çalakirina peymanê, sûdwergirtina ji tecrûbeyan û parvekirina agahiyan, herî dawî projeya bermaneyeke hevbeş a waneyan hate pêşniyar kirin û nîqaş kirin û di civîneke bi rêya zoomê teşe û naveroka wê hate diyar kirin û erêkirin.
Di civînê de, berpirsa nivîsgeha têkiliyên derve M. Gulîstan Sîdo, berpirsa beşa Jinelojî M. Newroz Şêxmûs û Nûjîn endama akademiya Jineolojî amade bûn.
Bernameya semîneran a bi sernavê “Qirkirina jinan: tundî di navbera zayendan de û stratejiyên li dijî wê” hevbeş e ango hedu alî wê semîneran pêşkêş bikin û wê li ser werzeke xwendinê berdewam bike û krêdî û pile di nirxandina dawî werin dayîn. Ji her aliyekî wê 25 xwendekar beşdar bin û tevlîbûn û mêvan ji derve jî hebin. Tê payîn ku bernameya semîneran di 8 meha cotmeha 2020’an dest pê dike û di 14 çileya 2021’an de bi dawî dibe.
24-09-2020