Hevdîtina Zanîngeha Rojava bi navenda çanda kurd li Romayê

Hevdîtina Zanîngeha Rojava bi navenda çanda kurd li Romayê

Di çarçoveya pêşxitin û berdewamkirina danûstanên nivîsgeha têkiliyên derve ji bo pêkanîna hin projeyên hevbeş di dîroka  8/9/2020’an de hevdîtinek bi endamên navenda çanda kurd li Romayê hate çêkirin, di hevdîtinê de, M. Ehmed Soran, rêvebirê navendê û M.Giyas Remo xwendekarê doktora û endamê navendê amade bûn, ji aliyê zanîngeha Rojava ve jî hevserok Dr. Abdulilah Mistefa û berpirsiyara nivîdgeha têkiliyan M. Gulîstan Sîdo û endama nivîsgehê M. Canê Leylê beşdar bûn.

Ev bû demeke dirêje ku danûstandin û gotûbêj hene derbarê pêşxitina têkiliyan bi Italiyayê re, bi armanca nirxandina kar û xebatan û parvekirina nerîn û pêşniyaran hevdîtin hate li dar xistin. Rewşa herî dawî ya xwendinê li zanîngehê ji aliyê hevserok ve hate şîrovekirin û astengî û pirsgirêk raxistin ber çavan û bal kişandin li ser girîngiya pêşdebirina hevkarî û têkilîyan. Berpirsê navenda çanda kurd li Romayê  Soran Ehmed anî ziman ku gelek pêwendiyên wan bi kesayetên siyasî, ronakbîrî û akademîk ên îtalî re hene û mirov dikare planên xweş di demên pêş de bi hev re pêkbînin. Ev navend bi tu aliyên siyasî ve ne girêdayî ye û xizmeta hemû beşên Kurdistanê dike. Gelek kesayetên navdar ên îtalî jî rêveberiya vê navendê kirine.

Bi saya têkiliyan wan ên berfireh bi sazî û zanîngeh û kesayetan re dikarin gelek alîkar bin. Soran pêşniyar kir ku girîngî ji xwendinên siyasî, aborî û pêşxistina lêkolînan were dayîn. Ew dixwazin projeyên li gorî pêwîstiyên zanîngehê werin pêşxistin. Li gel navenda “Jîn” li Silêmaniyê  perwerdeyên siyasî û pêşxistin û bilindkirina asta rewşenbîriya siyasî.

Ji bo gotûbêjkirina rewşa îmzekirina dawî ya protokala hevkariyê di navbera zanîngeha Rojava û ya Parma li Îtaliyayê de jî hinek nerîn hatin parvekirin û di encamê de wê Protokol bi rengekî fermî were îmze kirin ji aliyê hevserokatiya zanîngeha Rojava ve û di dema pêş de hevdîtinek berfireh li gel rêveberiya zanîngeha Parma re were çêkirin. Bi ketina meriyetê  protokolê, navenda çandê jî dikare bi rihaetî xizmet û şêwirê bike. Herwiha ji bona hêsankirina kar nerînek hevbeş derket holê ku rêkeftineke fermî cuda di navbera zanîngehê û navendê de were amade kirin û îmze kirin: niha reşnivîsek derbarê wê gavê de tê amadekirin.

16-09-2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *