Hevdîtina Zanîngeha Rojava bi Instîtûya Kelepora Kurd Li Silêmaniyê

Hevdîtina Zanîngeha Rojava bi Instîtûya Kelepora Kurd Li Silêmaniyê

Zanîngeha Rojava bi rêya kar û xebatên nivîsgeha têkiliyên derve danûstandin û pêwendiyên xwe beferhtir dike, Bi armanca pêşxistin û geşkirina têkiliyên zanistî û çandî bi dezgehên akademîk û navendên çandî û lêkolînerî re

Bi mebesta  parvekirina tecrûbeyan,  nerîn û agahiyan û danîna projeyên hevbeş bi aliyên navnetewî û Kurdistanî re, hevdîtinek di navbera Zanîngeha Rojava û Instîtûya Kelepora Kurd li Silêmaniyê hate çêkirin

Hevdîtin bi rêya zomm’ê hate li dar xistin û bi gîştî  ji aliyê nîqaş û nerîn û pêşniyaran ve pir dewlemend û watedar bû. Endamê desteya rêveberiya zanîngehê M. Ferat Gernas, berpirsa nivîsgeha têkiliyên derve M.Gulîstan Sîdo û endama nivîsgehê M. Canê Leylê di hevdîtinê beşdarûn, herwiha M. Mezherê Xaliqî birêverêvebirê Instîtûyê, M.Nermîn Hisên cîgira rêveberiyê û berpirsê nivîsgeha çap û lêkolînê M. Yassîn Husên amadebûn

Di hevdîtinê de herdu aliyan xwe dane naskirin û hin agahî û belge bi hev re hatin parve kirin. M. Xaliqî di derbarê ezmûna IKK “KHI” li Silêmaniyê de axivî. Hêjayî gotinê ku ev Instîtû di sala 2003’an de hatiye damezrandin û bi karê kom kirin, tomar kirin, arşîf kirin, zindî kirin û parastina  çand û kelepora devokî ya kurdî bi hemû zaraveyan dike, herwiha  li gelek bajarên Kurdistanê jî xwedî nûnertî ye. Navend xwedî alavên pêşketî ne, û pirtûkxaneyeke dewlemend e, zêdetirî 250 pirtûk derbarê ziman û çanda kurdî dihewîne , û di navbera  70-80 elbomên hunerî çap kirine

Li gorî nerîna M. Xaliqî xala girîng  ew e kar li ser bingeheke zanistî ava bibe, û yek rê be li gel xebatê netewî û ferhengî. Erkê zanîngehê ne tenê zanistî ye lê divê netewî be jî û gerek zanîngeh û akademîsyen çanda xwe ji bîr nekin û her dem li ser bixebitin, herwiha di bernameya xwendinê de hebin, ji seretayî heya  xwendina asta bilind

Gotûbêj derbarê damezrandina navendeke keleporê li Rojava hate kirin û endamên enstîtûyê destekdayîna xwe dan nîşandan çi ji aliyê perwerdekirina li ser rêbazên komkirin û arşîfkirinê, çi di warê parvekirina çavkanî û jêderan de. Di dawiyê herdu aliyan li ser îmzekirina peymanekê plansaziyek pêşniyar kirin û wê di demeke nêz de ev rêkeftin  bikeve warê pratîkî

23-09-2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *