
Fakulteya ziman û zanistên civakî piştgiriya xwe ji bo Zara Mihemedî diyarkir
Îro xwendekar û mamosteyên fakulteya ziman û zanistên civakî daxuyenîyek di der barê binçavkirina mamosteya zimanê Kurdî ya Rojhilatê kurdistanê ZARA MIHEMDEDî de dan. Daxwiyanî jî ev bû:
Desthilata Îranê di kiryarên dij-mirovî de ji êşkence, darvekirin, girtin û kuştinê berdewam e. Di her dem û wextê de çalakvanên mafên mirovan, rewşenbîr û siyasetmedaran binçav dikin, êşkence dikin û darvedikin.
Careke din hêzên Îranî yek ji hezkiriyên çand û zimanê kurdî dike armanc. Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî di roja 23/5/2019’an hat binçavkirin û niha bi tewana fêrkirina zimanê kurdî 10 sal ceza lê hat birîn.
Ev ne cara yekem e ku rêjîma faşîzma Îranê êrîşî mamosteya dike. Mamosteyê şehîd Ferzad Kemanger û hin kesên din bûbûn qurbana siyseta înkarê mafên gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê.
Em weke mamoste û xwendekarên Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî, vê kiryarê bi tundî şrmezar dikin û bang li saziyên hiqûqî yên navnetewî û mamfên mirovan dikin ku hewildanên xwe bikin ku fişarê li ser rêjîma Îranê bikin ji bo serbestberdana mamoste Zehra û hevalên wê. Di heman demê de em bang li gelê me dikin ku xwedî li berxwedana mamoste Zehra Mihemedî derkevin û têkoşînê bilind bikin.
- Bijî berxwendana mamoste Zehra Mihemedî
- Bimire faşîzma Îranê!
- Bijî têkoşîna zimanê kurdî!
21-07-2020