Fakulteya Endazyariya Çandiniyê di 2016‘an de, li Bajarê Qamişlo hate damezirandin.
Armancên Fakulteyê:
Armanca Fakulteya Çandiniyê ew e, ku kadroyên çandiniyê yên perwerdekirî û pispor werin amadekirin da ku pirojeyên çandiniyê bi rê ve bibin. Her weha bi rêya rêbazên pêşketî û pisportiyê, çandiniyê pêş bixin.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya fakulteyê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. 10 qonaxên ku li ser 5 salan belavkirî, dihewîne.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Di hemû beşên çandiniyê yên weke çandiniya giştî, berhem, parastina şînkatiyê, avdan û hemû saziyên çandiniyê.