Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk, di sala 2019’an girêdayî Zanîngeha Rojava li bajarê Hesekê, hate damezrandin.
Armanca fakulteyê:
Armanc ji vekirina Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk, amadekirina endazyarên derçûyî yên avahîsaz ku li gor bingehên zanistî karibin pîşeya avahîsazî pêşbixin. Taybetmendiya vê beşê ew e ku kelepora kevin bi rengekî nûjen pêşbixe, her weha bi felsefeyeke ekolojîk tevbigere û berheman derxe holê. Li gor vê yekê hemû cihên jiyanê, gund û bajaran nûjen bike.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk pergala qonaxên xwendinê ye ku ji 10 qonaxên ku li ser 5 salan belavkirî ye.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk di gelek qadên curbecur û di beşên taybet û giştî de dikarin kar bikin. Ew jî ev in:
1. Dîzayn û endazyariya mal, gund û bajaran
2.Dîzayn û hevahenga bajar û komelgehan.
- Çavdêriya avahîsazî.