
Bi Zanîngeha Bremen re Semînerên Hevbeş
Di çerçoveya bernameya havînê ya Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremen a Almanyayê, bernameya hevbeş hate liderxistin. Ji Zanîngeha Rojava xwendekarên xewndina bilind ên enstîtuya zanistên civakî der barê dîrok û pergala şoreşa Rojavayê de semîner dan xwendekarên Zanîngeha Bremen. Di plansaziya 2 hefteyan de 5 runiştin pêk hatin. Xewndekaran di roja dawiyê de biryar dan ku van xebatên hevbeş berdewam bikin.Ev komxebata hevbeş bi stranên xwendekarên herdu zanîngehan bi dawî bu.




