Bi boneya salvegera pênciyemîn a Roja Zemînê ya Cîhanî, Zanîngeha Rojava nameyek ji Tora Roja Zemînê re şand:

Bi boneya salvegera pênciyemîn a Roja Zemînê ya Cîhanî, Zanîngeha Rojava nameyek ji Tora Roja Zemînê re şand:

Ji bo Tora Roja Zemînê
Ji bo Komîteya Rawêjkariyê ya Cîhanî
Em weke Zanîngeha Rojava bi hemû karmendên xwe ” Rêveberî, mamoste û xwendekar” bi hatina salvegera pênciyemîn a Roja Zemînê ya Cîhanî û pîrozkirina wê kêfxweş in û spasiya we dikin ku we em vexwendin vê boneya hêja. Tevî van kêliyên karantînê yên giran û rewşa tenduristiyê ya ku ji ber Covid19 li ser giştî mirovahiyê hatiye sepandin û ji ber ku we di vê bûyera ekolojîk a girîng de, derfet da me, da em hestên xwe derbirin, nameya xwe ragihînin û di vê boneyê de serpêhatiya xwe parve bikin, em dubare spasiya we dikin.
Bi sedema belavbûna bilez a jana Coronavîrûsê ya sînornenas, bandoriyên biêş bi xwe re anîn, ziyan li her kesî kir û em neçar hiştin ku deriyên zanîngehên xwe bigirin, kar û xebatên xwe rawestînin û nekaribin vê rojê bi we re pîroz bikin.
Di nava Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di sala 2016an de, li bajarê Qamişloyê Zanîngeha Rojava hat damezirandin. Zanîngeha me jî pergaleke perwerdeyê ya alternatîf girtiye ser xwe. Ev pergal bi taybet xwe dispêre ramanê avakirina civakeke ekolojîk û bisinc û weke saziyên rêveberiyê yên din, ji jêr ber bi jor ve tê birêvebirin. Erka me ya zanîngehê ew e ku çanda jîngehparêziyê û rêzgirtina ekolojiyê di nava xwendekaran de, were rûniştandin.
Di pêvajoya qeyrana sûrî û şerê ku 9 salan dirêj kiriye de, herêma me hat dorpêçkirin, binesazî lawaz bû, alavên bijîşkiyê kêm bûn û şaneyên DAIŞê yên veşartî gef xwarin. Ji ber van sedeman û di rewşên bê aramî û ewlehiyê de, rêveberî jî weke dewletên din ên ku ziyan ji ber vê nexweşiyê dîtine, tevdîrên hişk girtin, da ku şêniyan biparêze.
Qeyranên ku li ser zemîna me çêdibin, guhertina avhewayê, çavnebariya mirovan, bikaranîna xwezayê ya bêsînor, pêşbaziya pîşesazî û çêkirina çekan û bikaranîna teknolojiyayê bi awayekî nerênî, metirsiyê li ser pêşeroja zemîna me çêdikin. Bê guman rewşa heyî ezmûneke giştî mirovahiyê ye. Dibe ku karantîn derfetê bide me ku em ji nû ve li ser her tiştî bihizirin û bi çavê gumanê li kar û rengê jiyana xwe binêrin. Jixwe dem hatiye ku zemîn henaseyê bikêşe û vehese. Her tiştê ku niha rû dide ezmûneke bisûd e û divê em bizanin ku weke çawa rewşa Almaniya û Ewropa berî rûxandina Dîwarê Berlînê û piştî wê ne heman e, berî Covid19 û piştî wê jî rewş dê ne heman be.
Me li hemberî tarîtî û terora DAIŞê şerekî bêhempa da meşandin, lê belê heya niha ev şer bi dawî nebûye. Coronavîrûs dişibe vê îdyolojiya tundrew û metirsîdar a ku bi hezaran kesên bêsûc kirin qurbanî. Divê em bi hev re li hemberî van bobelatan şer bikin, bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin û alîkariya hevûdu bikin. Ev rewşa zehmet û nû li ser me ferz dike ku em bibin destek û bi dilnizmî li hember ezezîtî û keysbaziyê şer bikin. Dem hatiye ku em hêza xwe komî ser hev bikin, da ku zemînê xilas bikin û wê şîntir û geştir bikin. Erka me ya li hemberî zemîna dayîk a biêş wiha ye.
Ji bo avakirina cîhaneke biewletir, divê fişar li ser dewletên mezin were kirin, da ku şerê li cîhanê raweste. Jixwe ji bo parastina zemînê, em hemû di vî şerî de ne û di nêrîna me de, pêwîst e bernameyên saziyên perwerdehiyê yên weke dibistan û zanîngeh girîngiyeke mezin bidin çanda ekolojîk û hemû roj bibin rojên zemînê, her wiha piştgiriya çalakiyên bîrewerkirinê, pêngavên paqijkirinê, kargeh û civînên di navbera tevgerên cuda û rêxistinên ekolojîk de were kirin .
Bi vê boneyê, em dixwazin keda karmendên tenduristiyê yên hemû dewletan ên ku ji bo dermankirina nexweşan şev û roj dixebitin, silav bikin û hêvîdar in ku tenduristiya we û xweşguzariya zemîna me her bidome.

Koma “Earth Earth Day 2020”
“Em bi hev re dikarin cîhanê xweştir bikin”
Zanîngeha Rojava
Qamişlo 22.04.2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *