Beşeke Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava ye. Di 2016’an de hate damezirandin, navenda wê li Bajarê Qamişlo ye.
Armanca beşê:
Armanca vê beşê ew e ku ji bo dibistanên seretayî mamosteyên têgihiştî amade bike.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya beşa mamosteyên refê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. Di 6 qonaxan de tê dayîn û li ser 3 salan tê dabeşkirin.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin di qada perwerdeyê di dibistan û peymangahan, bi taybetî jî di dibistanên qonaxa seretayî de kar bikin.