Beşeke Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava ye. Di 2016’an de hate damezirandin, navenda wê li Bajarê Qamişloyê ye.
Armanca beşê:
Armanca vê beşê ew e ku mamosteyên di qada Kîmyayê de têgihiştî amade bike.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. Biranş di 6 qonaxan de tên dayîn û li ser 3 salan tên dabeşkirin.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin di qada perwerdeyê di dibistan û peymangehan de kar bikin.