Beşeke Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ye. Li Zanîngeha Rojava, di roja 15’ê Îlona 2017’an de, hate damezirandin.
Armanca beşê:
Armanca beşê ew e ku wateya rasteqîn a jin û jiyanê were dayîn û ji nû ve werin pênasekirin. Her weha li ser vî bingehî bi zanist û zanîngehê veguherîna zinhiyetê pêkbîne. Lewre Jineolojî zanista jiyana hevbeş û azad e.
Pergala Perwerdeyê:
Perwerdeya Jineolojiyê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Ew 4 qonax in û li ser 2 salan belav dibin.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
Dikarin di navendên lêkolînan, saziyên perwerde, fêrkirin û hemû saziyên jinê de kar bikin.