Beşeke Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2017’an de, li Bajarê Qamişlo hate damezrandin.
Armanca beşê:
Armanca beşê ew e ku kesayetên akademîk ên xwedî pisporiyên peykersazî û wênekêşî amade bike.
Pergala Perwerdeyê:
Perwerdeya vê beşê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Perwerde 8 qonax in û li ser 4 salan tê belavkirin. Dersên beşê teorî û piratîk in.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
– Şêwekarî
– Mamostetiya di peymangehên hunerî û dibistanan de.
– Saziyên çand û huner.