Beşeke ji fakulteya petrolê ye, li Bajarê Rimêlanê yê girêdayî Kantona Qamişlo, di sala 2016’an de, hate damezirandin.
Armanca beşê:
Armanca vê beşê ew e ku di asta derçûyên endazyariya petrolê de, pisporên pergala kolandin, petrola embarkirî amade bike da ku zeviyên petrol û gazê yên herêmê berhem bînin.
Pergala Perwerdeyê:
Sîstema perwerdeyê xwe dispêre 10 qonaxên xwendinê li ser 5 salan.
Perwerde xwe dispêre biranşên teorî û piratîk û karên ezmûngehan, her wiha xwe dispêre gerên piratîk û zanistî yên zeviyên petrol û gazê.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyê vê beşê dikarin di şirketên petrolê, saziyên petrolê yên fermî û muduriyeta enerjiyê de kar bikin.