Beşeke ji fakulteya Petrolê ya Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2016’an de, li Bajarê Rimêlanê girêdayî Kantona Qamişlo hate damezrandin.
Armanca beşê:
Armanca vekirina beşa Endazyariya Petrokîmyayê ew e ku pisporên petrokîmyayê yên kolangehên petrol û gazê werin perwerdekirin. Her wiha amadekirina petrola bikaranînê û dahûrandina wê pêk bîne. Dîsa pisporên parzûngehên petrolê û kargehên gazê , werin amadekirin.
Pergala perwerdeyê:
Ev pergal xwe dispêre xwendina 10 qonaxên li ser 5 salan.
Perwerdeya wê li ser bingeha biranşên teorî û pratîk, kuîz, ezmûnên di ezmûngehan de û gerên piratîk û zanistî yên li kolangehên petrol û gazê tê meşandin.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Ji ber ku derçûyên vê fakulteyê wê endazyar bin, ew ê bikarin di qadên mîna ezmûngehên kîmyayî, rawestgehên sotemeniyê, navendên jîngehparêziyê, agirkujî, ewlehiya pîşesazî … hwd de kar bikin.