Beşeke Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava ye. Di 2016’an de li bajarê Qamişlo, hate damezrandin.
Armanca beşê:
Perwerdekirina mamosteyên têgihiştî û di warê bîrkariyê de pêşketî ji bo ku li ser vî bingehî jî nifşên civakê yên nû perwerde bikin.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya beşa bîrkariyê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 6 qonax in û li ser 3 salan tên belavkirin.
Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:
Ew dikarin di qada perwerdeyê di dibistan û peymangehan de, kar bikin.